287 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin

Çarşem, 27 May 2020 – 21:09  NAVENDA NÛÇEYAN

287 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin

Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 287 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketine.


Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî daneyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li welêt 7 hezar û 14 test hatine kirin, di encama wan testan de 287 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Li gor daxuyaniyê 52 kes baş bûne û li Bexdayê 6 nexweşên ji ber Koronayê tedawî didîtin jî jiyana xwe ji dest dane.

Di dawiyê de jî têkildarî daneya giştî hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 5 hezar û 135 kes bi Koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 904 kes baş bûne û 175 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist