322 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin

Pênçşem, 28 May 2020 – 18:33  NAVENDA NÛÇEYAN

322 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin

Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 322 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketine.


Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî daneyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 5 hezar û 104 test hatine kirin, di encama van testan de 322 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku 67 kes jî baş bûne, û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê li Iraqê heta niha 5 hezar û 457 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 971 kes baş bûne û 179 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

(yş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist