37 sal bi ser qetilkirina 59 ciwanên Mihabadî re derbaz dibe

image_print

Sêşem, 2 Pûşper 2020 – 07:50  DIJWAR KIRMANŞAN/ROJNEWS

37 sal bi ser qetilkirina 59 ciwanên Mihabadî re derbaz dibe

Roja 2’yê Hezîrana sala 1983’an de bi fermana qeymeqamê wê demê yê Mihabadê nûçeya gulebarankirina 59 ciwanên Mihabadî yên li girtîgeha Tebrîz hate belavkirin. Her çendî ku 37 sal bi ser vê komkujiyê re derbaz dibe jî, lê hîna cenazeyên ciwanên Kurd radestî malbatan nehatiye kirin û cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî ji malbatan re negotine.


Ji beriya 37 salan di rojek wek îro de nûçeya gulebarankirina bi kom ya 59 ciwanên Mihabadî yên li girtîgeha Tebrîz ku ji aliyê rejîma Îranê ve pêkhat, bi fermana Qeymeqamê wê demê yê Mihabadê Hemîdreza Culayî Purhate ragihandin.

Yek ji taybetmendiyên rejima Îranê bi komî darvekirin û gulebarankirine. Bi hatina ser hikûm ya Xumeynî re vê pêvajoyê bi gulebarankirina 11 welatiyên Kurd li Girtîgeha Dêzil Abadî ya Kirmşanê destpêkir û ta niha jî berdewame. Di roja me ya îro de hîna ev kiryarên rejîma Îranê berdewamin.

Piştî şoreşa gelan li sala 1979’an û hatina hêzên Îslamî li ser hikûm dibin serokatiya Xumeynî de, gelê Kurd li dijî vê desthilatdariyê bû. Di referandûma ‘Ji bo Komara Îslamî belê yan na’ de Kurdan dengê na bikaranîn. Ji bona wê gelê Kurd û partiyên Kurdan li dijî kîna desthilatdarê derketin û li herêmê şer rûdan.

Hêzên rejima Îranê rastî têkoşîn û berxwedana gelê Kurd hat. Ji bona wê xwest bi anîna hêzek zêde ya leşkerî deverên Kurd lê bihêz bixe dibin kontrola xwe de. Rejimê bi hezaran leşker anîn herêmê ji bo tunekirina berxwedaniya gelê Kurd.

Di vê pêvajoyê de rejima Îranê bi sedan ciwanên Kurd bi behaneyên ku alîkarî yanjî alîgirtiya partiyên Kurd kirine girtin û xistin girtîgehan. Ji bo nixûmandina binkeftina xwe dest bi darvekirin û komkujiya ciwanên Kurd kir. Di heman salan de bi dehan ciwanên Kurd li Balafirxaneya Sine gulebaran kirin. Ji Kirmanşan bigre ta Ormiye bi dehan ciwanên Kurd ên têkoşer bi behaneya daxwaza azadiyê kirine ji aliyê rejima Îranê ve hatin bidarvekirin û qetilkirin.

Di wê pêvajoyê de gelek ciwanên Kurd ên ji Mihabadê di girtîgehên rejima Îranê de girtîbûn. Rejima Îranê ji bo şikestina xwe binixûmîne, di dawiya meha Gulana sala 1983’an de li Girtîgeha Tebrîz 59 ciwanên Mihabadî dinava çend deqeyek de dadgehkirin û sizayê bidarvekirinê lê birîn û di heman girtîgehê de gulebaran kirin. Lê nûçeya gulebarankirina van ciwanan di roja 2’ê Hezîrana sala 1983’an de bi fermana qeymeqamê Mihabadê hate belavkirin.

Her çendî ku 37 sal bi ser vê komkujiyê re derbaz dibe jî, lê hîna cenazeyên ciwanên Kurd radestî malbatan nehatiye kirin û cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî ji malbatan re negotine.

Di roja me ya îro de jî komkujiyên rejima Îranê li hemberî Kurdan berdewame, bi dehan ciwanên Kurd di girtîgehên Îranê de bi sizayên darvekirinê hatine siza dan. Rojane jî Kolberên Kurd li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejima Îranê ve tên qetilkirin.

(kş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist