4 efserên Iraqê hatin kuştin

Li Kerkûkê di kemînekî çeteyên DAIŞ'ê de 4 efserên polîsên federal ên tugaya qernas di dest de, hatin kuştin.


Li herêma Seywan a bajaroka Riyaz a Hewîce ya ser bi Kerkûkê di kemînek çeteyên DAIŞ'ê de 4 efserên Polîsên Fedear ên Iraqê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên polîsên Kerkûkê hatine girtin, çeteyên DAIŞ'ê duh êvarî wesayîta her çar efseran a ji malekê der ket, şopînin û bi mûşekekê wesayîta wan rûxand. Di encamê de her çar efser hatin kuştin.

Her çar polîs ser bi tugaya qernas bi dest de ne.