56 kesên din li Îranê mirin

Çarşem, 27 May 2020 – 13:58  NAVENDA NÛÇEYAN

56 kesên din li Îranê mirin

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê daxuyakirin ku di nava 24 saetên borî de 56 kesên din bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane.


Roj bi roj hejmara kesên li Îranê bi Koronayê dimirin zêde dibe. Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanûş Cîhanpur bi daxuyaniyekê diyarkir ku di nava 24 saetên borî de 56 kesên din li Îranê bi Koronayê mirine.

Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê bi Koronayê mirine bû 7 hezar û 564 kes.

Cîhanpur anî ziman ku 2 hezar û 80 kes jî bi vîrûsa Koronayê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê bi Koronayê ketine gihîşt 141 hezar û 591 kesan.

Herî dawî Cîhanpur got ku rewşa 2 hezar û 551 kesên bi Koronayê jî ketine giran. Heya niha li Îranê 111 hezar û 176 kesên bi koronayê jî ketibûn, baş bûne.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist