Pênçşem, 10 Kewçêr 2019 – 10:05 ROJNEWS /MENDELÎ
6 polîsên Iraqê li Mendelî hatin kuştin
Şeş polîsên Hikûmeta Federal a Iraqê li bajaroka Mendelî ya girêdayî parêzgeha Diyalayê hatin kuştin.
Şevê din 6 polîsên Hikûmeta Federal a Iraqê, li bajaroka Mendelî ya girêdayî parêzgeha Diyalayê hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyeke hêzên ewlekariyê ragihandiye, “Şevê din nêzî derdora saet 12.00’ê êvarê, nuqteya kontrolê deriyê Mendelî ku dikeve navbera Mendelî û Xaneqînê de, polîsek di êrîşa sekvaniyê de hate kuştin. Paşê dema takviyeya polîsan ji bo hawara wan biçin, dikevin rê, mayîn dibin wesayîta wan de diteqe û li wir jî 5 polîsên din tên kuştin. Di nava kuştiyan de fermandarekî Raîd jî heye.
Têkildarî koma çekdar a êrîşkar de ti zanyariyek bidest neketiye. Hefteya borî jî li Mendelî êrîşeke sekvanî li dijî polîsan çêbûbû û di encamê de polîsek hatibû kuştin.
(bz)