63 kesên din li Îranê mirin

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê daxuyakirin ku di nava 24 saetan de 63 kes bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane.



Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanûş Cîhanpur bi daxuyaniyek çapemeniyê hejmara kesên di nava 24 saetan de li Îranê, bi koronayê mirine û pêketine aşkere kir.

Li gorî Cîhanpur gotî, di nava 24 saetan de 63 kes bi Koronayê mirine û 2 hezar û 516 kes jî bi Koronayê ketine.

Li gorî vê, hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîşt 151 hear û 466 kesan.

Hejmara kesên bi Koronayê jî mirine bû, 7 hezar û 797 kes.

Cîhanpur da zanîn ku heya niha 118 hezar û 848 kesên bi Koronayê jî ketibûn, baş bûne. Herwiha rewşa 2 hezar û 527 kesan jî xirabe.

(nr)