Adil Ebdulmehdî: Rewşa Şengalê hatiye kontrolkirin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî eşkere kir ku rewşa Şengalê kontrol kirine.


Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî duh êvarî di civîna xwe ya heftane de, diyar kir ku rewşa Şengalê hatiye kontrolkirin û tişta pêwîst kirine.

Di 17'ê Adarê de, dema wesayîtekî şervanên YBŞ'ê li nuqteyekî artêşa Iraqê re derbas dibû, artêşa Iraqê wesayît gulebaran kir. Di encamê de 2 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Piştî êrîşê di navbera Rêveberiya Şengalê û Bexdayê civîn pêk hat.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kiribû ku ev êrîş ji aliyê komên provakator ve hatiye kirin û got: “Em bawer in ku wê artêşa Iraqê jî helwestek erênî nîşan bide. Ev provokator nagihîjin armanca xwe û em bawer dikin ku ev bûyer wê di navbera me û artêşa Iraqê de hevsengiyek bihêztir çêbike."

(ab)