Aliyên siyasî yên Iraqê ji bo reforman 45 roj dem dan hikumetê

Aliyên siyasî yên Iraqê li ser proje yasayek lihevkirin û ji bo bicihanînê jî 45 roj dem dan Hikumeta Iraqê.


Duh bi şev 12 aliyên siyasî yên Iraqê ku PDK û YNK jî di nav dene, li ser proje yasayek reformê ji bo Iraqê lihevkirin. Her 12 aliyên siyasî ji bo bicihanîna proje yasaya reformê 45 roj dem dan Hikumeta Iraqê. Ger berevajiyê wê çêbibe, wê hikumetê hilweşînin û hilbijartinên pêşwext pêkwerin.

Di nava aliyên siyasî de Eniya Hîkme, Hevpeymena Fetih, Hevpeymana Nesir, Hevpeymana Dewletî Yasa û Eniya Tirkmenan jî hene. Lê Eniya Sedir di nav de cihê xwe nagre.

Xalên ku her 12 alî li ser lihev hatine evin;

-Daxwaz ji serokê hêzên çekdar were kirin kesên ku xwepêşandêran direvinin û kesên gule bi ser xwepêşandêran de berdidin bên diyarkirin.

-Sererastkirina destûrê

-Pêşkêşkirina yasaya zimanê civakê ku têde sindoqek ji bo hejaran were danîn.

-Sererastkirina yasaya Desteya Destpakî

-Derxistina yasaya neft û gazê

-Derxistina yasaya Meclîsa Wezîran û Wezaretan

-Derxistina yasaya dadgeha îtihadî

-Dadgehên taybet ji bo dozên gendelê werin zindî kirin û di demek nêz de gendelkar werin dadgeh kirin.

-Dûrxistina destê hizban di wezaretên hikumetê de

-Hêzên siyasî ji bo pêşxistina sîstema hikumranê divê bi yasayên di parlamentoyê de derdikevin girêdayî bin. Li gorî vê jî daxwazên welatiyan;

-Sererastkirina yasaya hilbijartinê.

-Sererastkirina yasaya komîsyona bilind ya hilbijartinan û dawî anîna komîsyona niha.

-Derxistina yasayek ji bo redkirina hemû take mafên ku dayîn kesên paye bilind yên Iraqê.