Amirî ji bo Çavuşoglu: Leşkerên xwe ji Iraqê bikişin!

Serokê Koalîsyona Fetîh Hadî Amirî, ji wezîrê Karên Derve yê Tirk Mewlûd Çavûşoglu xwest ku hêzên xwe yên leşkerî ji axa Iraqê bikişîne.


Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mewlûd Çavûşoglu, ji bo hinek hevdîtina pêk bîne duh serdana Bexdayê kir.

Di çarçoveya serdanê de hevdîtin bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Adil Ebdulmehdiyê di ber avakirina hikûmeta nû de hatiye erkdar kirin, Serokê Pêla Hikmeta Netewî Ammar El Hekîm û bi serokê Koalîsyona Fetîh Hadî Amirî re hevdîtin pêk anî.

Amirî di hevdîtina bi Çavuşoglu re jê xwest ku Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê bikişîne.

Di daxuyaniya Koalîsyona Fetîh a derbarê hevdîtinê de ev mijar hatin parvekirin:

“Îro li Bexdayê Serokê Koalîsyona Fetîh li Bexdayê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu qebûl kir. Di hevdîtinê de hinek mijarên di navbera Bexda û Enqereyê de hatin destgirtin.

Tirkiye welateke dost û her timî ya Iraqê ye. Divê Tirkiye jî soza xwe pêk bîne û alîkariya xwe ya avê ya ji bo Iraqê zêde bike.

Ji bo têkiliyên herdu welatan jî zirerê nebînin divê leşkerên Tirk, ji nava axa Iraqê derkevin.

(bz)