Amnesty International: Girtin û tirsandina xwepêşandêrên Iraqê dewam dike

Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) bi daxuyaniyekê diyarkir ku bi dewamiya xwepêşandanên Iraqê re, pêngava girtin, tirsandin û zorê ya ser xwepêşandêran jî dewam dike. Amnesty’ê da zanîn ku heya niha 600 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.


Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) raporek li ser rewşa xwepêşandanên li Iraqê belavkir. Di raportê de tê gotin ji roja destpêkê ya xwepêşandana heya niha 600 kes di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin. Amnesty’ê diyarkir ku tenê hefteya borî de 12 bûyerên kuştinê çêbûne.

Rêxistina Efûya Navnetewî balkêşa ser lêkolînên xwe yên derbarê xwepêşandana de û wiha hate gotin; “Bi awayek raste rast gule di berdin xwepêşandêran û dijî xwepêşandêran bombeyên gazê bikartînin. Hêzên ewlekariyê dijî xwepêşandanên aştiyane tund û tujiyê bikartîne. Bi taybet li Bexda û Başûrê Iraqê ev yek tê dîtin. Herwiha hîn jî xwepêşandêr têne girtin, tirsandin. Dinavbera 20-22’ê Çileyê de herî kêm 10 xwepêşandêr li Bexda, Besre, Kerbela û Diyalayê hatine kuştin. Bi dehan kes jî hatine binçavkirin. Êşkence li gelek kesên hatîn binçavkirin tê kirin.”

Rêxistina Efûya Navnetewî banga dawî anîna bêdengkirina xwepêşandêran kir û da zanîn ku divê desthilat ji siyaseta bêdengkirin û şîdeta hemberî xwepêşandêran dûrbikeve.

(nr)