Balafirên artêşa Tirk gundên Binarê Qendîlê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk gundên Qendîlê bombebaran kir û balafirên keşfê jî li ser Qendîlê digerin.


Îro danê sibê saet 07:30’an de balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, bi dijwarî çiya û dolên çiyayê XakurKÊ û Herêma Bradost bombebaran kirin. Herwiha balafiran di saet 09:30’an de jî gundên Silê û Bolê ê ser bi Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kirin.

Hîn jî liv û tevgera balafiran a li ser herêmê berdewam dike. Niha jî balafirên şer yên dewleta Tirk bi ser asîmanê navçeya bajarokên Wertê û Qesrê yên ser navçeya Çoman a ser bi Hewlêrê digerin.

Hêjayî gotinê ye serokwezîrê Iraqê di 16’ê Tebaxê de ragihand ku nabe ti balafirên şer yanjî helîkopterên Iraqê û yên biyanî bêyî destûra wî li ser ezmanê Iraqê bifirin û got ku eger ev pêkbê, wê hêzên parastina ezmanî yên Iraqê bersiva wan bidin.

(nr)