Balafirên Tirk başûrê Nînova bombebaran kir, artêşa Iraqê bertek da

Çarşem, 17 Pûşper 2020 – 10:28 

Balafirên Tirk başûrê Nînova bombebaran kir, artêşa Iraqê bertek da

Berdevkê Artêşa Iraqê diyar kir ku 18 balafirên dewleta Tirk, qada hewayî ya Iraqê derbas kirine û gihîştine qezaya Şergat a ser bi parêzgeha Selahedînê û bombebaran kirine. Serokwezîr Iraqê fermana komkirina zanyariyan da.


Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Emîd Yehya Resul têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Yehya destnîşan kir ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li hêzên ewlekarî û îstîxbareta navxweyî kiriye daku derbarê êrîşan de agahî bidin.

Emîd Yehya balkişand ku di vê çarçoveyê de dest bi çalak kirina parastina sîstema ewlekarî hatiye kirin daku rê nedin êdî Iraq bibe navenda destdirêjî û êrîşa welatan.

Emîd Yehya balkêşa ser hejmara balafirên Tirk yên serweriya Iraqê binpê kirine û got; “18 balafirên Tirkiyeyê asîmanê Iraqê derbas kirine, heta qezaya Şergatê çûne û bombebaran kirine. Ev êrîş êrîşek sorkirinê ye. Divê Tirkiye karên bi vî awayî dûbare neke.”

Di daxuyaniyê de têkildarî hurgiliyên bombebaranê de zanyariyên berfireh nehatin dayîn.

Hêjayî gotinê ye qezaya Şergat 115 kîlometre li Başûrê Nînovayê ye. 125 kîlometre dikeve Bakurê Tikrît ya navenda parêzgeha Selahedîn. Herwiha 135 kîlometre dikeve Rojavayê parêzgeha Kerkûkê.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist