Berpirsê yekem ê êrişên li ser Kobanê hate girtin

Pênçşem, 21 May 2020 – 10:50  NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê yekem ê êrişên li ser Kobanê hate girtin

Bi hevkariya QDS’ê berpirsekî DAIŞ’ê yê metirsîdar li Iraqê hate girtin ku fermandariya êrişên li ser Bahoz û Kobanê kirîbû. Yek ji namzetên cîgirên Bexdadî bû.


Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê bi hevkariya QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê girt ku çend berpirsyariyên wî di nava DAIŞ’ê de hebû. Yek ji kesên Iraq û Emerîka lêdigeriya.

Şaneya Îstîxbareta Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serçete Teha Ebdulrehîm Abdullah Bekir Xesanî yê bi ‘Hacî Ebdulnasir Qerdaş’ û ‘Ebû Mihemed’ yê temel 53 salî hatiye girtin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku li Telefer ji dayik bûye û li taxa Meşîrfe ya Mûsilê jiyan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, ew serçete ji aliyê Saziya Îstixbareta Nîştimanî ya Iraqê ve hatiye girtin û piştî komkirina zanyariyên li ser piştrast bûne ku ew çete Qerdaşe û bi bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku di sala 2007’an de li Nînewa peywendî bi El Qaîdê re çêkirine û heta dawiya wê salê berpirsê wîlayeta Cizîrê bû. Ji wê demê ve jî çend bûyerên terorîstî li dijî hêzên ewlehî û welatiyan kiriye.

Li gorî îtirafa wî bi xwe, di destpêka sala 2011’an de dibe cîgirê waliyê Şamê û zilamê yekem ê Ebû Omer Bexdadî. Piştre vedigerî, başûrê Mûsil, Cîzîre û Kerkûkê.

Di dawiya sala 2011’an de Qerdaş  Ebûbekir Bexdadî li derdora Bexdayê dibîne. Dibe cîgirê Bexdadî yê hilberînê. Piştre diçe Sûriyeyê û dest bi çêkirina kargeha çek, teqemenî û çekên bêdeng dike. Ji wê demê ve 100 caran Bexdadî dibîne.

Piştî parçebûna DAIŞ’ê û veqetîna Cebhe Nusra dibe waliyê rojhilatê Hesek, Dêrezor û Reqayê.

Li gorî daxuyaniyê, Qerdaş serpereştyarê yekem û rasterast ê şerê Kobanê, Tedmur Heleb û Şam û Babê bû. Herwiha rola wî di bûyerên dawî yên li Bahozê hebû.

Li gel ku piraniya kiryarên Qerdaş li Sûriyeyê bû, di heman demê de hilberîndarê gaza xerdel bû ku dijî hêzên Iraqê bi kar anîn. Herwiha di warê peywendîkirina li gel çeteyan de rola wî hebû.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist