'Bila lêkolîn li ser lihevkirina neftê ya Herêma Kurdistan û Tirkiye were kirin'

Parlementerê Parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed li ser lihevkirina 50 salan a neftê ya dinavbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiye de daxwaznameyek ji Serokwezîrê Iraqê û Desteya Bilind a Nehiştina Gendeliyê re şand û têde daxwaz kir ku lêkolîn li ser naveroka lihevkirinan were kirin.


Parlementerê Parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed bi nivîsek fermî ku dîroka 12.06.2019 li sere ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokatiya Desteya Bilind a Nehiştina Gendeliyan re şandiye û daxwaz kiriye ji bo zelalkirin û parastina çavkaniyên netewî, bila daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistan, bi taybetî Serokê Berê yê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî û Waliyê Berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm  were kirin ku naveroka van rêkeftinên dinavbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiye de eşkere bikin.

Têkildarî vê daxwaznameyê jî, îro li Navenda Ragihandina Parlementoya Iraqê Kawa Mihemed civînek çapemeniyê lidarxist.

(şk)