Binpêkirinên Tirkiyeyê rojevek civîna Wezîrên Yekîtiya Ereban e

Civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ereban îro li Qahîreyê tê lidarxistin. Binpêkirinên ku dewleta Tirkiyeyê dijî serweriya Iraqê dike, wê bibe yek ji rojevên sereke yên civînê.


Civîna 152’yan a Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Erebî îro li Paytexta Misrê Qahîreyê tê lidarxistin. Civîn wê bi Serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mehemed Elî Hekîm pêk were.

Li gorî zanyariyên ku di çapemeniya Misrê de hatine weşandin, di civînê de wê pirsgirêkên Filistîn, Lubnan, mudaxeleyên Îsraîlê, hewldanên Îranê yên di nava welatên Ereban de, aloziya li herêma Kendava Erebî (Xelîç), pirsgirêkên penaberên Iraqê û penaberiya hundirîn bên gotubêjkirin. Hat diyarkirin ku binpêkirinên dewleta Tirk ên dijî serweriya xaka Iraqê jî wê bibe mijareke sereke ya civînê.

Piştî civînê wê bi beşdariya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebu Xeyd civînek çapemeniyê bê lidarxistin.