Biryara Amerîka ya li dijî Îranê nirxê neftê gihand asta herî jor

Piştî ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê DYA'yê  eşkere kir ku  dema 8 welatên petrolê ji Îranê dikirin heta roja 2'yê Gulanê diqede, nirxê nefta xav gihişt asta xwe ya herî jor. Amerîka jî israrbûna xwe ya li ser zêdekirina cezayê li ser Îranê dubare kir. Îranê tekes kir ku ceza neqanûnîne û ti girîngiyê nadinê.


Piştî ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo eşkere kir ku  ji roja 2'yê meha Gulana ve êdî efûkirina hin welatên ku petrol ji Îranê dikirîn, dawî tê û ew efûkirin ji bo ti welatekî nayê dirêjkirin, nirxê nefta xav li bajara cîhanê bilind bû.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo duh li Waşingtonê bidawîbûna efûkirina welatan ji dorpêça li ser sektora petrola Îranê ragihand û dazanîn ku Washington êdî di mijara kirîna petrola Îranê de ti welatî efû nake.

Mike Pompeo eşkere kir ku her welatek ku pêwendiya bazirganî li gel Îranê hebe û petrola Îranê bikire, dê ji aliyê Amerîkayê ve bê cezakirin.

Piştî ku Amerîkayê li dijî Îranê biryara dorpêçê da, roj bi roj nirxê petrola xav li bazara cîhanê ji sedê 2 bilind bû û herî dawî jî gihîşt asta xwe ya herî jor. Nirxê yek bermîla petrola xav a birênit gihîşt 74.4 dolaran. Ji meha Mijara 2018'an ve ev asta wê ya herî bilinde .

Herwiha nirxê yek bermîlê nefta xav a Teksas jî ji sedê 0.5 zêde bûye û yek bermîl 65.87 dolaran e. Ji meha Tebaxa par ve ev jî asta herî bilind e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo têkildarî sezayên li ser Îranê ev peyam dabû; "Armanca me ew e rêjeya hawirdekirina petrola Îranê ji aliyê welatan ve kêm bikin. Îro ez radighînim ku em bi ti awayekî kesî efû nakin û ber bi rêjeya sifirkirina petrola Îranê ve diçin. Heta bigihin sifrê di hemû waran de. Em dê berdewam bin li ser ferzkirina cezayan û çavdêrîkirina pêbendnebûna welatan bi wan cezayan. Dixwazim tekez jî bikim ku me hemû amadekarî kirine daku piştrast bin ji cêgirkirina bazarên petrolê. Sizayên li ser Îranê dê heta asayîbûna reftarên wî welatî berdewam bin. Sizayên Amerîkayê yên li ser sektora petrola Îranê bûye sedem ku dahata Îranê ji petrolê bi qasî 10 milyar dolaran kêm bibe.”

Pompeo diyar kir ku  divê Îranê bê neçarkirin ku li ser masyea gotubêjê bigihê çareseriyê û got; "Em ber bi sifirkirinê diçin û mana me li ser vê armancê bi rayedarên rejîma Îranê ve girêdayî ye. Hewl bide gehiştina bi çekên atomî rawestîne, pêşxistin û ceribandina mûşekên palîstîk rawestîne, piştgirîkirina terorê rawestîne, girtina ji xwe û me re ya welatiyên Amerîkî rawestîne. Heta Îran neçar bibe li ser maseya gotûbêjê wan çareser dike wê zextên me berdewam bike.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî li hember biryara Amerîka bertek nîşan da û eşkere kir ku ji ber ku ti bingehekî qanûnî yên sizayan nîne, ti girîngiyê nadinê.

Çavkaniyekê ji Wezareta Petrolê ya Îranê eşkere kiriye ku ne di 10 rojan de, lê di 10 salan de jî, nikare berhemê petrolê yê Îranê bighîne sifrê. Heman çavkaniyê daye xuyakirin ku pêdiviya bazara cîhanê bi petrola Îranê ye û çendîn rêyên Îranê ji bo firoştina petrola xwe heye.

Berî ku Amerîka dorpêçê dane li ser Îranê, Îranê rojane zêdetirî 3 milyon bermîl neft henarde dikir. Lê, li gorî daneyên dawî di meha Nîsanê ve Îran rojene yek milyon bermîl henarde dike. Tê pêşbînî kirin ku ev sizayê nû vê rêjeyê hîn kêmtir bike.

Amerîkayê piştî ku dorpêç danîbû ser sektora petrola Îranê, welatên Çîn, Hindistan, Îtalya, Yewnan, Tirkiye, Koreya Başûr, Japon, Taywan û Iraq ji bo 6 mehan hatibûn efûkirin

(ab)