Hat gotin çar guleyên hewanan li derdora avahiya parlementoya Iraqê ketine û civîna parlementoyê jî berdewame.
Li gor agahiyên nûçegihanê Rojnews ji Bexdayê dane, çar guleyên hewanan ku nayên zanîn ji kuderê hatine avêtin, li derdora avahiya parlementoya Iraqê ketin.
Hat gotin di encama êrişê de çar kes ji hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye piştî du mehan îro parlementoya Iraqê civiya. Di civînê de istifaya serokê parlementoyê Mihemed Helbûsî bi piraniya dengan hat redkirin û Parlementerê Serbixwe Muhsin Mendelawî jî wek cîgirê yekem ê serokê parlementoyê hat hilbijartin.
Li aliyê din jî ji saetên sibehê ve alîgirên Tevgera Sedir li dijî civîna parlementoyê li nêzî Herêma Kesk a Bexdayê di nava xwepêşandanan de ne û hêzên ewlehiyê jî tedbîrên tûnd ên ewlehiyê girtine.
(kş)