Careke din li dijî herêma Kesk êriş pêk hat

Careke din bi mûşekan li dijî  herêma Kesk a Bexda ku Balyosxaneya Emerîka lê ye êriş pêk hat.


Îro danê sibehê careke din bi mûşekan li dijî herêma Kesk a paytexta Iraqê Bexdayê ku Balyozxaneya Emerîka lê ye êriş pêk hat. Tê gotin ku 3 mûşek li nêzî balyozxaneya Emerîka ketin xwarê.

Li gorî medya Iraqê piştî êrişê nîv saetê ceyrana herêmê qût bûye. Hîn derbarê ziyana êrişê de ti agahî nehatine dayîn. Herwiha hêzên ewlehiyê jî li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.

(ab)