Civîna Lûtkeya parlamentoyên welatên cîran bi dawî bû

Civîna lûtkeya parlamentoyên welatên cîran a li Bexdayê bi dawî bû.Di encamnameya civînê de hate gotin ku aramiya Iraqê di heman demê de aramiye ji bo welatên cîran jî.


Îro li paytexta Iraqê Bexdayê, civîna lûtkeya parlamentoyên welatên cîranên Iraqê bi navnîşana 'Iraq, aramî û pêşkeftin' hate lidarxistin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî pêşengiya lûtkeyê kir. Serokên parlamentoyên Erebistana Siûdî, Kuwêt, Urdun, Sûriye û Tirkiyeyê beşdar bûn. Lê Serokê Parlamentoya Îranê ji ber sedema mijûlbûnê beşdar nebû. Li şûna xwe nûner şand. Herwiha di civînê de Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî amade bû.

Ev yekem carbû ku civînek bi beşdarbûna serokên parlamentoyên welatên cîranên Iraqê, li Bexda yê hate li darxistin. Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî daxwaz kiribû ku civînek bivî awayî li gel welatên cîran were darxistin.

Di saetên êvarê de civîn bi dawî bû, di dawiya civînê de encamnameya hevbeş bi raya giştî re hate belav kirin.

Di encamnameya civînê de hate gotin ku divê piştgirî ji bo aramiya Iraqê, parastina yekparçeyiya Iraqê, parastina pêkhateyên civakê were dayîn.

Herwiha hate gotin ku piştî  serkeftina hêzên Iraqê ya li dijî rêxistina DAIŞ'ê, li gorî me aramiya Iraqê di heman demê de aramiye ji bo welatên cîran jî.

Di beşekî din ya encamnameyê de tê gotin ku divê di proseya avakirina cih û herêmên xirabûne de piştgiriya  Iraqê were kirin. Herwiha divê ji bo perwerde, tendirûstî, teknolojî û bazirganiyê derfet werin peydakirin û piştgirî were kirin.

(şk)