Ciwanek ji ber muzîka Kurdî guhdar kir hate kuştin

Li bajarê Tirkiyeyê Enqereyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan ê li Muzîka Kurdî guhdar kir hat kuştin.


Li Navçeya Etimesgut a Enqereyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan şevê din saet di 22,30'an de ji ber li muzîka Kurdî guhdar kir hat kuştin. Bariş Çakan ê ji Panosa Agirî dema li gel hevalê xwe li parkê rûniştibû, bi sedema ku li muzîka Kurdî guhdar rastî êrîşa 3 kesan hat.

Li gorî nûçeya Mezopotamya kesên bi kêran êrîşî Çakan kirin, ji Yozgat, Kirikkale û Tokatê ne. Êrîşkaran bi hinceta Çakan li muzîka kurdî guhdar kiriye ji ser dilê wî kêr kirin û kuştin. Hate zanîn ku 3 êrîşkar, piştî êrîş kirin hatin binçavkirin.

(nr)