Ciwanên Mexmûrê 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanê Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) li saziya ciwanan 35’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hate pîroz kirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê ciwanan ve 35. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ku di bin Fermandariya Mahsum Kurkmaz (Egîd) şerê çekdarî destpê kir, hate pîrozkirin.

Şahiya şevê din li Saziya Ciwan hat lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn. Li cihê pîrozbahiyê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fermandarê pêngava 15’ê Tebaxê Mahsum Korkmaz (Egîd), yek ji pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), alên PKK, KCK, HPG- YJA Stra û pankarta '15’ê Tebaxê pîroz be' hatin daliqandin.

Di şahiyê de sînevîzyona li ser 15’ê Tebaxê hate nîşandan. Herwiha ciwan bi coşek mezin û bê navber dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî Berxwedan gerîla' û 'Bijî pêngava 15’ê Tebaxê' berz kirin.

Her dawî jî ciwanan li ber stranê stranbêj Edîb govend girtin û bi coşek mezin 35’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

(ep-md/rn)