Desteya Mafê Mirovan a Iraqê destek da Êzîdxanê

În, 16 Nov 2018 – 07:06  NADÎMA ŞEMO / BEXDA

Desteya Mafê Mirovan a Iraqê destek da Êzîdxanê

Cîgirê Serokê Desteya Bilind a Mafê Mirovan a girêdayî Hikûmeta Iraqê Elî Ebid Elkerîm diyar kir ku mafê gelê Êzidî heye ku rêveberiya xwe diyar bike.


Elî Ebid Elkerîm ku çend roj beriya niha li Bexdayê bi şandeya Êzidiyên Şengalê re hevdîtin pêk anî, têkildarî nerazîbûnên gelê Êzidî yên li dijî rêveberiya berê ya Şengalê û daxwaza wan xwerêvebirinê ji Rojnews re axivî.

Elkarîm destnîşan kir ku îdareya berê ya Şengalê bi salan xizmetek ji bo gelê Êzidî nekiriye, zêdetirîn berjewendiyên xwe yên şexsî û hîzbî esas girtine, lewma niha mafê gelê Êzidî heye ku wê îdareyê qebûl neke.

Ebid Elkerîm da zanîn ku wan jî wekî desteya mafê mirovan xwepêşandanên gelê Êzidî yên li dijî vegera îdareya berê ya Şengalê şopandine û ji van nerazîbûnan fêm dibe ku îdareya berê tiştek nekiriye û bawerî nedaye gel.

Elî Ebid Elkerîm diyar kir ku mafê gelê Êzidî heye ku rêveberiya xwe diyar bike û got: “Li Şengalê tevî hemû ferman û zehmetiyan jî, jiyan berdewam dike. Kesên ku destê wan di komkujiya li ser gelê Êzêidî de heye, wê li dadgehên mafê mirovan hesab bidin.”

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist