Endamê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Casim Beyatî diyarkir giftûgoyên navbera YNK’ê û PDK’ê yên li ser posta serokkomartiya Iraqê rawestiyane û her du alî ji bo namzetên xwe yên serokkomartiyê bi israrin.
Heşt meh di ser hilbijartina pêşwext a Iraqê re derbas dibin, lê heta niha aliyan li ser pêkanîna hikûmeta nû lihevnekirine. Her wiha YNK’ê û PDK’ê jî ji bo posta serokkomartiya Iraqê lihevnekirine.
Endamê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Casim Beyatî di daxuyaniyek ji bo Rojnews de diyarkir YNK û PDK li ser namzetê serokkomartiya Iraqê lihevnekirine. YNK di namzetiya Berhem Salih de bi israre, PDK jî di namzetiya Rêber Ehmed de bi israre.
Her wiha Casim Beyatî eşkere kir ger her du alî li ser posta serokkomartiyê lihevnekirin, divê ev mijar li parlementoyê were çareserkirin û yek ji wan her du namzetan ji bo serokkomartiyê were hilbijartin.
Casim Beyatî got, wek rêyek din a çareseriyê jî dikare namzetek sêyem were diyarkirin ku her du alî li ser lihevkin û ev pirsgirêka namzetiya serokkomartiyê were çareserkirin.
(kş)