Di 24 saetan de 519 kes li Iraqê bi virûsê ketin

image_print

Sêşem, 2 Pûşper 2020 – 18:27  NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24 saetan de 519 kes li Iraqê bi virûsê ketin

Wezareta Tendirustî ya Iraqê bi daxuyaniyek eşkere kir di nava 24 saetên dawî de 12 hezar û 463 testên virûsê hatine çêkirin. Hate gotin di encama testan de derket ku 519 kes bi virûsê ketine û 20 kes jî mirine.


Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarî daneyên 24 saetên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di nava 24 saetên dawî de 12 hezar û 463 testên virûsê hatine çêkirin. Hate gotin di encama testan de derket ku 519 kes bi virûsê ketine. Ji vana 350 kes li Bexdayê  ne.

Her wiha hate gotin di nava 24 saetên dawî de 233 nexweş baş bûne û 20 nexweş jî mirine.

Li gorî vê hejmara kesên heya niha li Iraqê bi virûsê  ketine bû 7 hezar û 387, yên baş bûne bû 3 hezar û 508, yên mirine jî bû 235 kes.

(kş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist