Di 30 salan de 860 rojnamevan hatin girtin

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas destnîşan kir ku li Îranê di nava 30 salan de 860 rojnamevan hatine binçavkirin, girtin û darvekirin.


Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ku navenda wê li paytexta Fransa Parîsê ye, duh bi beşdariya parazvanên mafên mirovan, rojnamevan û aktivîstan, civîne çapemeniyê lidar xist û li ser binpêkirinên rojnamevanan ên li Îranê raporek eşkere kir.

Di rapora bi sernavê, “Derewên 40 salan ên Hikûmeta Îslamî ya Îranê, eşkerekirina dosyayek li ser dadweriya Îranê” tê diyarkirin ku li ser milyonek û 700 hezar dosyayên di navbera salên 1980 û 2010’an de lêkolîn hatiye kirin. Di raporê hat destnîşankirin ku dosya li ser binpêkirinên zindaniyên jin, zarok, zilam, kêmnetew, siyasetmedar û rojnamevanan hatine amadekirin.

Li gorî raporê, cara yekemîn e ku dosyayek wiha tê belavkirin. Di raporê de li ser binpêkirinên mafên rojnamevanan hat destnîşankirin ku di navbera 1980 û 2010’an de 860 rojnemevanan hatine girtin. Hate diyarkirin ku di nava van rojnamevanan de navê 4’an hatiye destnîşankirin ku hatine darvekirin.

(ep)