Di civîna komek çeteyan de ala Tirkiye û Cebhet El-Nusra

Li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, di wêneyekê ji axaftina fermandarekî komeke çeteyan bi navê "Umer Abdullah" de ala Tirkiyê û Cebhet El-Nusrayê xuya dike.


Di wêneyên ku hatine bidestxistin de, serçeteyê Koma "Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan" di axive û li kêleka wî alên Cebhet El-Nusra û dewleta Tirk xuya dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê "Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan" di nava 2016 û 2017 hatiya avakirin û erebeyên "panther" ya Tirkiyê wergirtin û di bin sîwana El-Nusra û Tirkiyê de tevdigere.

Herwiha koma "Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan" niha di nava çeteyên "Mertala Firatê" dixebite ku Tirkiyê wê wekî terorîst nabîne. Lê di wêneyan de diyar dibe ku "Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan" girêdayî El-Nusra û li herêmên Cerablus, Ezaz, Bab di bin banê "Mertala Firatê " de dixebite.