Di merasîma Aşure de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Kerbela yê pîroz ê Şiiyan a Iraqê di bîranîna roja Aşûreyê de ji ber qelebalixiya mirovan, bi kêmanî 31 kesan jiyana xwe ji destdan.


Her sal li derverên cuda yên cîhanê ji bo roja Aşûre ya bîranîna neviyê pêximberê Îslamê Hz. Muhammed Huseyîn, serdana Kerbelayê dikin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristî ya Iraqê ve hate kirin, ji ber qelebalixiya zêde ya mirovan a li Kerbelayê bi kêmanî ke 31 kesan jiyana xwe ji destdan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Wezaretê fikarên ku hejmara miriyan zêde bibe parvekir.

(şk)