Di nava 24 saetan de li Iraqê 429 kesên din bi virûsê ketin

Wezareta Tendirustî ya Iraqê diyarkir di nava 24 saetên dawî de 10 hezar û 495 testên virûsê hatin çêkirin, di encama wê de derket ku 429 kes bi virûsê ketine. Her wiha 10 kes jî mirine.


Li Iraqê her ku diçe virûs belav dibe, Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarî daneyên 24 saetên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di nava 24 saetên dawî de 10 hezar û 495 testên virûsê hatin çêkirin, di encamê de derket ku 429 kes bi virûsê ketine. Ji vana 172 kes xelkê Bexdayê ne.

Her wiha hate gotin 119 nexweşên virûsê bi temamî baş bûne û 10 kesan jî ji ber virûsê jiyana xwe ji destdane.

Li gorî daneyên dawî hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişt 6 hezar û 862, ji vana 3 hezar 275 kes baş bûne û 215 kes jî mirine.

(kş)