Di xwepêşandanên Rojhilat de gelek kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku di xwepêşandanên duh ên li Rojhilatê Kurdistanê de gelek kes hatine binçavkirin.


Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê duh li dijî kêmbûna meaşan û arîzekirina dibistanên fermî (dibistanên hikûmetê didin şîrketên taybet) karmend û mamosteyan xwepêşandan lidar xistibûn. Lê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê mudaxele kiribûn û astengî derxistibûn.

Li gorî zanyariyên ku Rojnews ji çavkaniyên herêmê wergirtine, di mudaxeleya hêzên rejîmê de gelek mamosta û xwepêşandêr hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê mamostayê bi navê Muxtar Esedî, dema vedigeriya mala xwe ji aliyê 4 kesên ku tê gotin girêdayî Îtlaata Îranê ne hat girtin.

Li Urmiyeyê jî di dema xwepêşandana li ber avahiya Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê de, hêzên rejîmê mudaxele kirin û gelek kes binçav kirin. Têkildarî rewşa kesên hatine binçavkirin, heta niha tu zanyarî nehatine bidestxistin.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê duh li bajarê Sunqur yê parêzgeha Kirmanşan 3 welatiyên bi navê Kîwmers Wehzî, Cebar Hacî Muradî û Hadî Baqirî ji aliyê hêzên pasdaran ve hatine binçavkirin.

(ep)

(ep)