Dijî dagirkeriya dewleta Tirk gilî hate kirin

Şemî, 20 Pûşper 2020 – 12:54  NAVENDA NÛÇEYAN

Dijî dagirkeriya dewleta Tirk gilî hate kirin

Endamê Lijneya asayîş û parastinê ya parlamentoya Iraqê, ragihand ku wana li dijî dewleta Tirk, li Neteweyên Yekbûyî gilî kirine.  


Endamê lijneya asayîş û parastinê yê li parlamentoya Iraqê Katîe Rîkabî li ser dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî belavkir. Rîkabî da zanîn ku lijneya wan duh li Neteweyên Yekbûyî dijî dijminkariya dewleta Tirk, gilî kirine.

Rîkabî di dewamê de got; “Lijneya ma bang li Hikumeta Kazimî kiriye, daku tedbîrên pîwîst bigre û daxwaz ji Tirkiyeyê bike, daku xwe ji derbaskirina sînor û bikaranîna hêzê ya li Iraqê bide paş. Me bang li hikumetê kiriye daku li Neteweyên Yekbuyî, li ser vê mijarê dijî Tirkiyeyê gilî bike.”

Rîkabî da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk yên li ser Iraqê binpêkirina yasaya navnetewiye û li berçav negirtina mafê cîrantiyê ye.

Rîkabî got ku ti hêcetek nîne ku leşkerên Tirk êrîşê xaka Iraqê bikin û wiha pêde çû; “Balyozê Tirk dema ji bo Wezareta Derve ya Iraqê re hate vexwendin, daxwaza lêborînê nekir. Ti hêcetek êrîşan jî neda. Ev jî tê wateya wê êrîş dewam bikin.”

(nr)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist