'Divê budçeya 2020’an di demeke herî nêz de bê erêkirin'

Serokwezîrê Iraqê ku bi desteya budçeya sala 2020'an amade dike re civiya diyar kir ku divê budçe di demeke herî nêz de bê erêkirin.


Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî yê bi endamên desteya budçeya 2020’an amade dike re civiya diyar kir ku divê budçe di demeke herî nêz de bê erêkirin.

Serokwezîr Abdulmehdî got, “Divê pirsgirêkên Hewlêr-Bexda jî li gor destûra bingehîn bên çareserkirin û her kes bi yek çavî li Iraqê binihêre.”

Abdulmehdî her wiha destnîşan kir ku divê bi pesenkirina budçeyê û dahata neftê karibin li welat projeyên stratejîk bên pêşxistin û ji bo welatiyan kar bê peydakirin.

Serokwezîr, her wiha da xuyakirin ku bi bihayê 17 mîlyar dolar zêdetirî 5 hezar proje li Iraqê hatine sekinandin. Ev jî bûye sedema derfetên 350 karî nemîne.

Abdulmehdî got ku pêwîst e budçeya giştî ya Iraqê di demeke herî nêz de bê amadekirin, ji parlamentoyê re bê şandin û were erêkirin.

(yş)