'Divê demildest Iraq bibe endamê Dadgeha Navneteweyî ya Sûc'

Parlamentera Koma Tevgera Nifşê Nû (Newey Niwê) û Endama Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Iraqê Yusra Receb diyar kir ku divê Iraq demildest bibe edamê Dadgeha Navneteweyî ya Sûc û got ku eger di sala 2003'an de bibûya endam, wê ew sûcên ku li Şengalê hatin kirin wê pêşkêşî Dadgeha Navneteweyî ya Sûc bihata kirin.


Îro 31'emîn salvegera enfala rejîma Baas a Seddam Hisên li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk aniye. Parlamentora Koma Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) û Endama Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Iraqê Yusra Receb ji bo ku careke din li Iraqê komkujiyên wiha rû nedin daxwaz kir ku Iraq bibe endamê Dadgeha Navneteweyî ya Sûcan.

 Endama Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Iraqê Yusra Receb bal kişand li ser tawanên li Iraqê li dijî mirovahiyê hatine kirin û got; "Iraq cihekî ku ewqas girînge ku timî bûye navenda gengeşe û pêşbaziyan. Ev jî bûye sedem ku di demên cuda de hemû pêşhateyên Iraqê werin qirkirin. Weke ku di sala 1988'an de gelê Kurd hate qetilkirin û enfal kirin. Herwiha karasata Spayker û qirkirina xwîşk û birayên Êzidî yên li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatî jî hîn zindî ye."

Yusra Rebec bal kişand li ser sedema ku hata niha Iraq nebûye endamê Dadgeha Navneteweyî û wiha domand; "Tişta ku heta niha me qal kirî sedem bûn ku Iraq bibe endam. Eger ku Iraq endamê Dadgeha Navneteweyî ya Sûcan bûye, gelek sûcên ku hatine kirn rû nedidan. Ger rû bidayan jî, wê ziyana wê kêm tir bûya. Eger di dawiya sala 2003'an de Iraq bibûya endamê vê dadgehê, wê hemû tawanbarên qirkirina Êzidiyan bidayan Dadgeha Navneteweyî. Em careke din dubare dikin ku jiyana hemû netewe û pêkhateyên Iraqê li di stûyê hikûmeta Iraqê de ye."

(ab)