Dr. Berhem Salih: Êrîşa Tirkiye ya li ser Sûriyê xeternak e

Dr Berhem Salih: Êrîşên Tirkiye yên li ser Sûriyê pêşveçûneke xeternak e. Ev êrîş wê bibe sedema karesatên mirovî û dê bihêle ku komên terorîst careke din vegerin. Divê civaka navnetewî ji bo pêşî li vê karesatê bigire, yekgirtî be.


Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih jî têkildarî destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiyê Twîttek avêt û îşaret bi metirsiyên dagirkeriya Tirk kir.

Dr. Berhem Salih van hişyariyan da: “Êrîşên Tirkiye yên li ser Sûriyê pêşveçûneke xeternak e. Ev êrîş wê bibe sedema karesatên mirovî û dê bihêle ku komên terorîst careke din vegerin. Ev yek metirsiyê ji bo herêmê çêdike.

Divê civaka navnetewî ji bo pêşî li vê karesatê bigire, yekgirtî be û ji bo mafê gelên Sûriyeyê û gelê Kurd, divê piştgiriyê bide çareseriya siyasî vê yekê ji bo aşitî û kerametê bike.

 (bz)