Dr. Cewad Beyzanî: Divê hemberî siyaseta dewleta Tirk were rawestîn

În, 19 Pûşper 2020 – 13:43  MEXMÛR/ROJNEWS

Dr. Cewad Beyzanî: Divê hemberî siyaseta dewleta Tirk were rawestîn

Dr. Cewad Beyzanî rolê dewleta Tirk yê li Rojhilata Navîn metirsîdar bi nav dike û got; “Xewna dewleta Tirk, dagirkerina Musile. Divê li hemberî siyaseta dewleta Tirk were rawestîn.”


Berpirsyarê Peymangeha Iraqî ya ji bo lêkolînakirina Kurdî, Dr. Cewad Beyzanî, derbarê êrîş û siyaseta dewleta Tirk a dagirker ji de ji Rojnews re axivî.

Cewad got k armanca dewleta Tirk ne tenê Suriye, Iraq yan jî herêmek diyarkiriye û wiha pêde çû; “Berjewendiyên mezintir yên Tirkiyeyê hene. Çawa Îran li ser çend herêmên girîng desthilatdare, heman hewldanên Tirkiyeyê jî hene. Lê ev demeke berjewendiyên wan ji nakokiyên wan bilindtirin.Niha Tirkiye hêzek zêde bi ser welatên Efrîqa, Suriye û Iraqê belavkiriye. Ev hêz bi beşek Kurdan re di çarçoveya baregehên leşkerî de cih digrin.

Armanca dewleta Tirk, belevakirna hêza îslamî ya dibin rêveberiya fermandarên Tirk deye. Weke mînak jî niha Tirkiye ji dervey sînorên xwe yên weke Lîbya û Suriyeyê çeteyan dibe eniyên şer.”

Cewad di dewamê de balkêşa ser rolê dewleta Tirk yê di dagirkirina Musilê de jî û got; “Tirkiye li herêmê berjewendiyek bilind û taybet heye. Bi taybet jî li gel wan kesên kar li gel wan kirine. Tirkiye xewna dagirkirina Musilê jî heye. Ger ne bi hemahengiya Îsraîl û Emerîkayê be, Tirkiye leyîstokek metirsîdar dilîze.”

Cewad destnîşankir ku Tirkiye li ser Iraq û welatên din bûye gef û divê li hemberî pîlana Tirkiyeyê rawestin. Cewad herî dawî got; “Siyaseta Siudî, Îmarat û Iraqê jî li ser Kurdan gefe. Divê hemû alî bizanin siyaseta dewleta Tirk, ji bo kûr kirina qeyranê ye.”

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist