Ebdulmehdî: Pirsgirêkên tenê bi riya destûrî dikarin werin çareserkirin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî diyar kir ku wan di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî re de, bal kişandiye ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkan çarçoveya destura bingehîn e.


Adil Ebdulmehdî duh êvarê civîna çapemeniyê ya heftane lidar xist. Ebdulmehdî di civînê de derbarê hevdîtina bi Mesrur Barzanî re de jî agahî dan.

Ebdulmehdî destnîşan kir ku di hevdîtina bi Mesrur Barzanî re de, mijarên hevbeş hatine gotubêjkirin û wiha dom kir: “Daxwaz hat kirin ku pirsgirêk di çarçoveya destura bingehîn de, li ser esasê niyeta baş û rihekî niştimanî bên çareserkirin. Me bal kişand ku tenê çarçoveya destura bingehîn rêya esasî ya çareseriyê ye.”