Ednan Zerfî bernameya hikumetê şand parlamentoyê

Şemî, 4 Avrêl 2020 – 14:45  NAVENDA NÛÇEYAN

Ednan Zerfî bernameya hikumetê şand parlamentoyê

Ednan Zerfî ji bo pêkanîna hikumetê hatiye erkdar kirin. Zerfî bernameya xwe ya hikumetê şand parlamentoyê. Zerfî da zanîn ku ewê di nava 48 saetên bê de, navê wezîrên nehatine aşkere kirin jî, bişîne parlamentoyê. Herwiha bang li aliyên siyasî jî kir da ku piştgiriyê bidin hikumetê.


Hîn jî piştî îstifaya serokwezîrê berê yê Hikumeta Iraqê Adil Ebdulmehdî, hikumeta nû nehatiye avakirin. Ednan Zerfî ji bo pêkanîna hikumetê hatiye erkdar kirin. Zerfî bernameya xwe ya hikumeta nû şand parlamentoyê. Herwiha da zanîn ku ewê beriya 48 saetên bê de, navê wezîrên hatîn diyarkirin jî bişîne parlamentoyê.

Li gorî ragihandina Iraqê, Zerfî di bernameya xwe de çareserkirina xwepêşandan û qeyrana tenduristiyê kiriye hedef. Herwiha wê yasaya bûdçeyê jî bişîne parlamentoyê.

Herwiha hate gotin ku hejmarek wezîrên kabîneya nû amadene û nehatine destnîşan kirin. Ji bo vê jî hatiye gotin ku wê beriya erêkirina parlamentoyê, wan navan jî bişîne parlamentoyê.

Zerfî di bernameya xwe de bang li komên siyasî jî kiriye da ku piştgiriyê bidin hikumeta nû.

Hêjayî gotinê ye di 17’ê Adarê de Ednan Zerfî ji aliyê serokkomarê Iraqê Berhem Salih ve ji bo pêkanîna hikumeta nû hate erkdar kirin. Roja 16’ê Nîsan jî dema yasayî ya li ber destê Ednan dawî dibe.  

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist