Efserek dijî kuştina xwepêşandêran derket û 2 fermandar kuşt

Li Îranê 2 fermandarên supayê pasdaran, dema ku fermana kuştina xelkê di da, ji aliyê efserek ve hatin kuştin.


Li gorî nûyçeya televziyona Dor Tv îro danê sibê, li Îranê bajarê Şîraz di merasîmek leşkerî de, 2 fermandarên supayê pasdaran ji aliyê efserek ve hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê dema ku her dû fermandaran fermana kuştina xwepêşandêran li ser efeseran ferz dikir, efser dijî wan derdikeve û her du fermandaran kuştiye.

Heman çavkaniyê da zanîn piştî wê efser jî hatiye kuştin û piştre li baregeha supayê pasdaran alozî dinavbera fermandarên parêzgeha Fars de derketiye.

Heya niha ti daxuyanî derbarê bûyerê de nehatiye kirin û nehatiye piştrast kirin.