El-Sedir êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Serokê Eniya Sedir Muqteda El-Sedir, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got: “Her çendî ev êrîş di çarçoveya tifaqan de pêk tên jî, ev tifaq bê wate ne. Divê ev tifaq adil bin û maf bide herdu aliyan ku derbeyan li terorê bixin, ne ku li muxalefetê bixin.” Sedir xwest ku bi êrîşan herêma ku dikele, hîn zêdetir neyê alozkirin.


Serokê Eniya Sedir Muqteda El-Sedir derbarê mijarê de, li ser hesaba xwe ya twitter de peyamek weşand.

Sedir di peyama xwe de diyar kir ku pêwîste hikûmeta Iraqê hemû sînorên xwe biparêz e û wiha got: “Em bi tundî kiryarên li dijî cîrana me Tirkiyeyê şermezar dikin. Em dixwazin hikûmeta Iraqê sînorên rojhilat, bakur, başur û rojavayê Iraqê biparêz û ewlekariya pêk bîne da ku Iraq nebe çavkaniya êrîşkariyên ser dewletên cîran û nebe çavkaniya êrîşên dewletên cîran li ser axa Iraqê.”

El-Sedir di berdewama peyama xwe de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî bi tundî şermezar kirin û wiha dom kir: “Em bi tundî êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Iraqê şermezar dikin. Her çendî ev êrîş di çarçoveya tifaqan de pêk tên jî, ev tifaq bê wate ne.”

Sedir bang li Hikûmeta Iraqê kir ku ji bo xurtkirina koka serweriya Iraqê kar bike û got: “Her wiha hemû tifaqên li dijî serwerî û ewlekariya Iraqê neyên qebûlkirin. Yan jî divê ev tifaq adil bin û maf bide herdu aliyan ku derbeyan li terorê bixin, ne ku li muxalefetê bixin.”

Sedir ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bike û ev bang kir: “Ez ji hikûmeta Tirkiyeyê daxwaz dikim ku dosyaya muxalefetê bi awayekî aştîyane, li ser esasê danustendinek û selameta herdu aliyan, her wiha bi azadiya nêrînan û awayekî medenî bidawî bîne.” 

El Sedir bal kişand ku herêm di rewşeke kelandinê de ye lewre pêwîst nake ku bi topbaran û bombebarana sînoran an jî bi pêkanîn ku ewlekariyê têk dibin,  hîn zêdetir bê alozkirin.

Sefîrê Tirk nerazîbûn nîşan da

Piştî vê peyama El-Sedir, Sefîrê Dewleta Tirk ê Bexdayê Fatîh Yildiz di hesaba xwe ya twitter nerazûn nîşan da û îdîa kir ku PKK ne muxalefet e.