Elawî: Eger pirsgirêk çareser nebin dibe ku li Kerkûk şer rû bide

Sêşem, 10 Kewçêr 2017 – 08:01 

Elawî: Eger pirsgirêk çareser nebin dibe ku li Kerkûk şer rû bide

Cîgirê Serokkomarê Iraqê Iyad Elawî diyar kir ku eger pirsgirêkên girêdayî referandûma meha bihurî neyên çareserkirin, dibe ku şerekî navxweyî Kerkûkê derkeve.


NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê Serokkomarê Iraqê Iyad Elawî got, divê Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, hikumeta nevandî ya Iraqê û komên ku Îran piştgiriya wan dikin, bi baldarî gavên xwe biavêjin û pirsgirêka Kerkûkê çareser bikin.

Elawî ji Assocîated Pressê re axivî û diyar kir, ku ji bo parastina yekparebûna Iraqê, divê hikûmeta navendî ya Iraqê Heşdî Şabî, Barzanî jî hêzên Pêşmergeyan kontrol bikin. Ellawî anî ziman, eger pirsgirêkên piştî referandûmê derketin neyên çareserkirin, dibe ku li Kerkûkê şer rû bide.

Serokê koma Esayîb El Hak a nêzî Îranê ye û di nava Heşdî Şabî de cih digire Qaîs Xazalî, roja Yekşemê ji endamên xwe re axivî û got, “Kurd dixwazin Kerkûkê tevlî dewleta dixwazin ragihînin bikin û divê ew amade bin.”

Elawî li ser vê mijarê jî axivî û bi bîr xist, ku Esayîb El Hak parçeyek ji Heşdî Şabî ye û got, “Eger ev hêz bikeve nava Kerkûkê wê zerara herî mezin bide yekîtiya Iraqê û rê li ber şîdetê veke.”

Elawî got, “Hikûmeta navendî ya Iraqê îdîa dike ku Heşdî Şabî di kontrola wan de ye. Eger rast be, divê wê kontrol bike û nehêle şerekî navxweyî derkeve. Barzanî jî, ji bo li herêmên navborî gavên êrîşkariyê neyên avêtin, Pêşmergeyan kontrol bike.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist