Eniya Yekgirtûya Ereb: Em piştgiriya xwepêşandanên Iraqê dikîn

Eniya Yekgirtûya Erebî ya li Kerkûkê piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên Iraqê anî ziman û daxwaza sekinandina karê meclîs û walitiya parêzgeha Kerkûkê kir.


Eniya Yekgirtûya Ereb a li Kerkûkê li ser geşedanên dawî yên Iraqê û Kerkûkê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Berdevkê eniyê Mihemed Ruyaşî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Eniya Yekgirtûya Ereb piştgiriya xwe ji bo biryarên ku li Parlamentoyê û Desteya Wezîran ji bo piştgiriya daxwazên xwepêşandanan hatîn derxistin radigihîne. Daxwazên wan rewane û yên hemû Iraqiyanin. Eniya me piştgiriya rêyên dijî gendeliyê dike. Divê lêkolîn bi gendelkaran re bê kirin û daxwaza xwepêşandêran berçavan bê girtin.” Herwiha eniyê banga sekinandina karê meclîs û walitiyên bajar û navçeyan kir.

Herî dawî Mihemed got; “Em daxwaz ji xwepêşandêran dikin hemahengiyê bikin û bi hêzên ewlekarî yên li Kerkûkê re parêzvaniya asayîşê bikin. Em bang li Desteya Destpakî ya Kerkûkê jî dikin çavdêriya hemû dosyayên gendeliyê bike.”

(nr)