Erebistana Siûdî: Êrîşên Tirkiye û Îranê nayên qebûlkirin

Pênçşem, 18 Pûşper 2020 – 16:34  NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî: Êrîşên Tirkiye û Îranê nayên qebûlkirin

Wezare Karên Derve ya Erebistana Siûdî êrîşên dewletên Tirkiye û Îranê yên li ser xaka Iraqê şermezar kirin û got: “Ev binpêkirinek eşkere ye, her wiha tehdîtek li ser ewlekariya Ereban û herêmê ye. Iraq ji bo parastina xwe çi biryarê bigire, emê piştgiriyê bikin.”


Wezare Karên Derve ya Erebistana Siûdî derbarê êrîşên dewletên Tirk û Îranê yên li ser axa Iraqê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku êrîş hatin şermezarkirin de, hat destnîşankirin êrîş nayên qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi van êrîşan mudaxeleyî karên dewletek Ereban tê kirin û hat gotin: “Ev binpêkirinek eşkere ya li ser axa Iraqê ye. Her wiha ev tehdîtek li ser ewlekariya herêmê û ewlekariya Ereban e. Êrîş binpêkirina peymanên navnetewî ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erebista Siûdî li kêleka Iraqê cih digire û hat gotin: “Iraq ji bo parastin û ewlehiya xwe çi biryarekê bigire, emê piştgiriya wê bikin.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist