Erebîstana Siûdî Tûrîzma Tirkiyê boykot kir: Sedî 30 daket

Li gorî gelek medyayên cîhanî û hêrêmî ji ber medyayên nêzî desthilatê yên Siûdî bangeşeya boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê dikin, rêjeya tûrîstên ji Siûdî diçin Tirkiyê sedî 30 daketiye. 


Mirina bi guman a rojnamegerê Siûdî li Tirkiyê Cemîl Kaşikçi, bûye sedem ku peywendiyên navbera Siûdî û Tirkiyê de xirap bibe. Ji ber aloziya navbera herdu aliyan de desthilata Siûdî ji welatiyên xwe daxwaz dike ji bo geştê serdana Tirkiyê nekin.

Li gorî hinek medyayên herêmî û cîhanî radigihînin, medyaya nêzî desthilata Siûdî bangeşeyeke bihêz li dijî tûrîzma Tirk dane destpêkirin û ji welatiyan tê xwestin tûrîzma Tirkiyê boykot bikin. Her wiha li Siûdî têgotin, “Neçin Tirkiyê”, “Tirkiye bi ewle nîne”, “Pasaport tên dizîn” hwd.

Piştî bangeşeya dijî tûrîzma Tirk destpêkiriye jî, sedî 30 rêjaya çûyîna geştiyarên Siûdî ji bo Tirkiyê daketiye.

Beriya ku ev alozî di navbera herdu welatan de çêbibe, yek ji welatên herî zêde di demsala havînê de serdana Tirkiyê dikir Erebîstana Siûdî bû. Lê bi boykotkirina tûrîzma Tirkiyê re ev rêje sedî 30 daketiye.

Berê niha bi demekê jî li Siûdû û hinek welatên Erebî jî banga boykotkirina rêzefilmên Tirkî û malê Tirkî hatibûn kirin.

(bz)