Eşîrên Ereban: Em bi QSD‘ê re ne

Rûspiyên eşîrên Ereban ên herêmên Cizîr û Dêrazorê yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, eşkere kirin ku ew li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, piştgiriya berxwedana QSD’ê dikin. Ruspiyan bal kişandin ku êrîşên dagirkeriyê, dê DAIŞ‘ê zindî bike.


Rûspiyên êlên Herêma Cizîrê û Parêzgeha Dêrazorê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlan, îro li qada Akademiya Şehîd Brosk a taybet a QSD’ê ya li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Êlên Herêmê Şêx Silêman Derwîş ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di dirêjahiya salên borî de, QSD’ê ya ku ji pêkhateyên Sûriyê ji Ereb, Kurdên misliman, Xiristiyan û Êzîd ne, herêm ji terora DAIŞ’ê rizgar kir. Îro jî li hemberî herêmên me êrîşa leşkerî têne kirin. Ev êrîş ji hêla êlên erebî yên li Sûriyê ve nayê qebûlkirin ku dê bi sedema vegera DAIŞ.

Em wek êlên li Cizîr û parêzgeha Dêrazorê vê destwerdana leşkerî şermezar dikin û bang li hêzên cîhanê dikin ku rawestînin û çareseriyek siysî û dîplomasî bibînin. Her wiha çi dijminatiyê ji her aliyekî ve jî red dikin. Em û ciwanên me yên şervan seferberiyê ji bo parastina xakên me yên êlên erebî yên li Dêrazor û Hesekê, radigihînin.

Em bang li Konseya Ewlekariyê û civaka navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û çareseriyê ji êrîşên Erdogan re yên li ser sînorê Bakurê Sûriyê yên bi armanca qirkirina etnîk, deynin."