Ethem Barzanî: Eger Tirkiye Rojava dagir bike, wê berê xwe bide Başûr

Berpirsê PDK’ê yê Herêma Silêmaniyê lixwe mikûr hat ku dewleta Tirk ji Şekîf heya Batûfayê herêmeke mezin a Başûr dagirkiriye û got, “Eger Tirkiye tişta ku li Rojava dixwaze bidest bixe, yeqîn dikim ku wê di qonaxa duyemîn de hinek herêmên din yên Başûrê Kurdistanê dagir bike.”


Berpirsê PDK’ê yê Silêmaniyê Ethem Barzanî têkildarî armanca Tirkiye ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û niyeta Tirkiyê ya ji bo Başûrê Kurdistanê de peyamên girîng da. Peyama bi dîmen ya Barzanî li ser gelek malper û hesabên medya civakî hate parvekirin. 

Barzanî li xwe mikûr hat ku beşeke zêde ya Başûrê Kurdistanê dibin dagirkeriya Tirkiye de ye û ev yek jî metirsiyeke cidî li ser pêşeroja Başûr çêdike.

Ethem Barzanî dazanîn ku eger Tirkiye tişta dixwaze li Rojava bidest bixe û encam bigire, metirsî heye ku di qonaxa duyemîn de hinek cihên din yên Başûrê Kurdistanê dagir bike û ev tişt got, “Weke Kurdekî Başûrê Kurdistana tirsa min ewe ku eger Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê encam bigire, metirsî heye ku di qonaxa duyemîn de berê xwe bide hinek cihên din yên Başûrê Kurdistanê.”

Barzanî di dewama axaftina xwede got, jixwe beşeke zêde ya Başûr dibin dagirkeriya Tirkiyê de ye û axaftina xwe wiha domand, “ Beşeke zêde ya xaka Başûrê Kurdistanê jî dagirkiriye. Lê Tirkiye vêya li Başûr bi bêdengî pêkanî. Ji çiyayê Şekîf heya sînorên çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, yanî li ser sînor li gel Îran heya digihije mintiqa Batufa, Zaxo û Duhokê tev dagirkiriye. Dagirkeriya Tirk li Rojava bû rojev û herkes dît, lê li Başûr nekete rojevê û bi bêdengî kir. Yeqîn dikim eger li Rojava encam bigire, wê berê xwe bide Başûrê Kurdistanê.”

(bz)