Gelo ji ber çi Qasim Silêman û Ebu Mehdî Muhendiz li Îranê civiyan?

Cihgirê Fermadeyê hêzên Heşdî Şebî yên Iraqê Ebu Mehdî Muhendiz li parêzgeha Xuzistan a Îranê li gel Fermandeyê Feyleqa Quds a Supayê Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî re civiya.


Ajansekî Supayê Pasdarên Îranê ragihand ku duh Fermandeyê Feyleqa Quds a Supayê Pasdarên Îranê Qasim Silêman li gel Cihgirê Fermandeyê Hêzên Heşdî Şebî yên Iraqê Ebu Mehdî Muhendiz çûne Abadan li parêzgeha Xuzistan a li başûrê rojavayê Îranê, ji bo ji nêzve li rewşa mexdurên lêhiyê bibînin

Di çend rojên derbazbûyî de hêzek zêde ji Heşdî Şebî yên Iraqê dibin navê li hawarçûna mexdûrên lêhiyê de çûne parêzgeha Xuzistanê. Di destpêkê de rayedarên Îran û çapemeniya Îranê li ser hatina vê hêzê tu zanyariyek nedidan. Lê piştî ku dîmenê wana li ser medya civakî derketin, êdî çapemeniya Îranê jî mecbûr ma ku hatina vê hêzê piştrast bike.

Herçiqas ku çûna hêza Heşdî Şebî dibin navê alîkariya ji bo mexdurên lêhiyêde  be, lê li nava Îranê bi xwere nerazîbûnan derxist.Li gelek cihan û parêzgeha Xuzistanê ku ew dever bi xwe ji netewa Erebin, nerazîbûn li dijî çûna hêza Heşdî Şebî nîşandan û daxwaz kirin ku hêza Heşdî Şebî ji Îranê were derxistin. Herwiha Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir ya li Iraqê jî nerazîbûn nîşanî çûna hêza Heşdî Şebî ji bo Îranê da û got: "Di demekî ku Iraq bi xwe pêwîstiya wê bi alîkariyê heye, çûna Heşdî Şebî ji bo Îranê xelete."

Herçendî ku çapemeniya Îranê armanca hatina Ebu Mehdî Muhendiz bi tiştek dinve girêdide, lê li gel Fermandeyê Feyleqa Quds a Supayê Pasdaran Qasim Silêman re civîn kirin cihê gumanê  ye. Ev civîn jî di demekî de ku piştî Amerîka biryara xistina Supayê Pasdarên Îranê dinav lîsta terorê de pejirand, liv û tevgerekî zêde ya hêzên Amerîka li herêmê tê dîtin.

Herwekî ku di çapemeniyan de jî hat ragihandin di 16'ê Nîsanê de li Derya hevbeş a li nêzî Bahreynê tadbîqatekî leşkerî ya ku Amerîka, Brîtanya û Fransa têde beşdarbûn hate lidarxistin. Herwiha hate gotin ku Amerîka 7 firokeyên şer ên ji corê F35 li balafirgeha Zefre ya li Ebozebî ya Îmaratê bi cih kiriye. Li aliyê din Fox News'ê jî ragihand ku Artêşa Amerîka hêzekî nû bi çekên pêşkeftî derbazî navenda leşkerî ya Spayker a li parêzgeha Selahedîn a Iraqê kiriye.

Herçendî ku naveroka civîna Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendiz nehat eşkere kirin, lê tê gotin piştî ku Amerîka û hinek ji rayedarên paye bilind ên Amerîka Qasim Silêmanî wekî terorîst bi navkirine, Qasim Silêman newêre derbazî Iraqê bibe.

Li aliyê din jî di hinek dîmenên ku li ser medya civakî hatin belavkirin de, derdikeve ku hêza Lîwa Fatimyun ku pêkhatiye ji Afganiyên ser bi Supayê Pasdarên Îranê şandine parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê. Saziyên çapemeniyê yên nêzî desthilatê ragihandine ku ev hêz ji bo alîkariya mexdûrên lêhiyê hatine şandin ji bo Loristanê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rojên derbazbûyî de zêdetirî 30 kesên xwebexş ên ser bi rêxistinên sivîl dema ku xwestin alîkariya mexdûrên lêhiyê bikin, ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve hatin binçavkirin û heya niha jî çarenivîsa wan kesan nediyare.

Çapemeniya muxalîf a Îranê jî radigihînin ku ev êz ji bo bêdengkirina xelkê nerazî yên li parêzgeha Xuzistan ku di rojên borî de bi dehan car li dijî bêxemiya hikûmeta Îranê ya ji bo alîkariya kesên mexdûrên lêhiyê xwepêşandan li darxistibûn.

Ji beriya niha Serokê Dadgeha Şoreşa Îranê Musa Xezenfer Abadî di daxuyaniyek de gotibû; "Ger gel li pişt desthilatê nemîne, wê hêzên Heşdî Şebî, Fatimyunên Afganî, Zeynebyunên Pakistanî û Husiyên Yemenê werin di pişt desthilata Îranê de cihê xwe bigrin."

Hinek ji pisporên siyasî radigihînin ku sedema vegerandina hinek ji hêzên serbi Supay Pasdarên Îranê ji Iraq û Suriye ji bo nav sînorên Îranê, ewe ku Amerîka Supayê Pasdarên Îranê xistiye nava lîsta terorê de. Herwiha êrîşên Îsraîl yên li ser van hêzan di Suriyede, liv û tevgera Amerîka û hevpeymanên wê li deverê, îşaretên şerekî nû ye li gel Îranê.

Li gorî makezagona Îranê, her hêzekî çekdar ên biyanî ji bo derbazî nava xaka Îranê were kirin, divê ji aliyê parlamentoya Îranê ve were pejirandin. Ev yek jî an di demek asayî de yanjî ne asayîde be divê Encûmena Ewlekarî ya netewî îmze bike. Lê hinek ji parlementerên Îranê diyar dikin ku haya wan ji hatina van hêzan tune ye û ev hêz raste rast bi fermana Rêberê Olî Elî Xamneyî û Qasim Silêmanî derbazî nava Îranê bûne.

(şk)