Greva birçîbûnê ya girtiyên Filîstinî bi beşdariya 400 kesî didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Filîstînî yên di girtîgehên Îsraîlê de ku bi armanca başkirina şert û mercên zîndanê destpêkiriye, bi beşdariya 400 zîndaniyan dewam dike.


150 girtiyên siyasî yên Filîstînê yên di zîndanên Îsraîlê de ne 8’ê Nîsanê bi armanca başkirina şert û mercên zîndanê û bi dawî anîna mûemeleya xirap a li dijî girtiyan destbi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên Filîstînî her diçe berfireh dibe. Li gorî zanyariyên ku bidestketine hejmara çalakgeran gihîştiye 400 kesî.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem bi dirûşma, “Şerê rûmetê 2” dewam dike. Serokê Cemiyeta Dîlên Filîstînî Kadura Fars dema çalakî destpêkiribû diyar kiribu ji bo çareserkirina pirsgirêkên li zîndanan û bi dawî anîna binpêkirinên mafê girtiyan hevdîtin li gel îdareya giştî ya zîndanan hatiye kirin, lê ji ber helwesta neyînî ya îdareya zîndanên Îsraîlê girtî serî li rêbaza greva birçîbûnê dane.

Têgotin ku 230 jê zarok bi giştî 6 hezar girtiyên Filîstînî li zîndanên Îsraîlê hene û rûberûyê mûemeleyeke xirabin.

Têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyên Filîstînî berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Ayşe Acar Başaran bi navê HDP’ê peyameke piştgiriyê dabû û diyarkiribû ku ew weke HDP piştgiriyê didin berxwedana girtiyên Filîstînî û di daxuyaniyê de ji rayedarên Îsraîlê hatibû xwestin ku dawî li zextên li ser girtiyan bîne û daxwazên wan yên rewa bi cih bîne. Her wiha di daxuyaniyê îşaret bi çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê jî hate kirin û hate xwestin ku daxwazên girtiyên Kurd û Filîstînî werin bi cih anîn.

Daxwazên sereke yên girtiyên siyasî yên Filîstînî ji van xalan pêktên, divê cîhazên ku sinyala telefonên dest werin rakirin, girtiyên li Gazzê careke din bikarin hevdîtin li gel malbatên xwe pêk bînin, telefonên ji giştî re vekirî werin danîn, dawî li operasyonên serdegirtinê û îhmalên tibbî werin anîn.

Hêjayî bibîrxistinêye ku li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dawî anîna sîstema êşkenceya li Iımraliyê zêdeyî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvegerdene.

(bz)