Hejmara kesên di bûyera Musilê de mirine gihişt 94’an

Duh li Musilê ser çemê Dîcle keştiyek a geştiyaran noqê avê bû. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 94’an. 


Duh di çemê Dîcle de ku di Musilê re derbaz dibe, keştiyekî geştiyaran noqê avê bû. Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî a Iraqê zêdetirî kesên mirine jin û zarokin û hejmara kesên mirîne gihiştiye 94’an. Ji vane 19 zarokin û 61 jî jinin. Herwiha 55 kes jî bi saxî ji xeniqînê rizgar bûn.

Piştî bûyerê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çû Musilê û ji nêz ve bûyerê şopand. Adil Ebdulmehdî li ser bûyerê fermana lêkolînê da dest pêkirin.

Hewiha serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Iraqê 3 roj şîn îlan kir. Ji bilî wê duh Wezareta Dadê ya Iraqê ferman girtina 6 karmendên kompanyaya geştiyarê derxist. Herwiha derketina xwediyê kompanya û xwediyê cihê geştiyarê a dervey welat jî hate qedexe kirin.

(nr)