Hekîm û Zamlî bombebaranên dewleta Tirk şermezar kirin

Pênçşem, 18 Pûşper 2020 – 13:26  NAVENDA NÛÇEYAN

Hekîm û Zamlî bombebaranên dewleta Tirk şermezar kirin

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û Berpirsê Bilind ê Tevgera Sedir Hakim Zamlî bombebaranên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin û gotin ku êdî nabe dewleta Tirk serweriya xaka Iraqê binpê bikin. Bang li hikûmetê jî kirin ku redbîrên pêwîst bigirin.


Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û Berpirsê Bilind ê Tevgera Sedir Hakim Zamlî bombebaranên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin.

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm li ser hesabê xwe yê twîttirê ew daxuyanî da;”Dehan sale Iraq qurbanî dide. Têkoşîn û xebatê dike, ji bo ku rûmet û serweriya xwe biparêze. Ji ber vê em hemû hewldanên ji bo binpêkirinê bi tundî şermezar dikin. Daxwaza dawîkirina hemû binpêkirinên ji aliyê her aliyekê ve be dikin. Divê hikûmet redbîrên pêwîst bigire. Hemûyan neçar bike rêz ji serwerî û neteweya me re bigirin.”

https://twitter.com/Ammar_Alhakeem/status/1273317307591385090?ref_src=twsrc%5Etfw%7Ctwcamp%5Etweetembed%7Ctwterm%5E1273317307591385090&ref_url=https%3A%2F%2Frojnews.news%2F%25D8%25B1%25DB%2586%25DA%2598%25D9%2587%25D9%2587-%25DA%25B5%25D8%25A7%25D8%25AA%25D9%2589-%25D9%2586%25D8%25A7%25D9%2588%25D9%2587-%25D8%25B1%25D8%25A7%25D8%25B3%25D8%25AA%2F%25D8%25AD%25DB%2595%25DA%25A9%25DB%258C%25D9%2585-%25D9%2588-%25D8%25B2%25D8%25A7%25D9%2585%25D9%2584%25DB%258C-%25D8%25A8%25DB%2586%25D8%25B1%25D8%25AF%25D9%2588%25D9%2585%25D8%25A7%25D9%2586%25DB%2595%25DA%25A9%25D8%25A7%25D9%2586%25DB%258C-%25D8%25AA%25D9%2588%25D8%25B1%25DA%25A9%25DB%258C%25D8%25A7-%25D8%25A6%25DB%258C%25D8%25AF%25D8%25A7%25D9%2586%25DB%2595-%25D8%25AF%25DB%2595%25DA%25A9%25DB%2595%25D9%2586-%25D9%2588-%25D9%2587%25DB%2586%25D8%25B4%25D8%25AF%25D8%25A7%25D8%25B1%25DB%258C-%25D8%25AF%25DB%2595%25D8%25AF%25DB%2595%25D9%2586-51435″>

Berpirsê Bilind ê Tevgera Sedir Hakim Zamlî diyar kir ku tişta ku Tirkiye dike, hewildane ku bandoriya xwe befirek bike. Zamlî sûcdar kir û got;”Tirkiye berdewam derewan dike û dibêje cihê leşkeran dibitê PKK lê ye, lê herêmên ku bombebaran kirine, weke Mexmûr, Şengal, Heftenîn ti şervanekî PKK’ê lê nîne.”

 Zamlî destnîşan kir ku armanca bombebarankirina balafir û helîpterên dewleta Tirk ewe ku şêniyên gundên li sînor bitirsînin û gundên xwe vala bikin, rê ji bo berfirehkirina desthilat û dagirkeriya xwe xweş bike.

Zalmî eşkere kir ku dewleta Tirk li herêma Biradost a Hewlêrê bombebarana xwe dubare kiriye û şêniyên wê herêmê gulebaran dike, da ku van gundan vala bike û got;”Li gorî zanyariyan hêzên artêşa Tirk hejmara leşkerên xwe yên li baregehên berê hebûn zêde kirine.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist