Helwesta Iraq û Herêma Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk

Sêşem, 16 Pûşper 2020 – 13:50  NAVENDA NÛÇEYAN

Helwesta Iraq û Herêma Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk

Parlamenter, hêzên siyasî yên Iraq û beşek ji fraksiyonên parlamentoya Herêma Kurdistan, binpêkirina balafirên şer yên dewleta Tirk ya li ser seweriya Iraqê şermezar kirin. Lê heya niha bi awayek fermî, ne parlamentoya Iraq, parlamentoya Herêma Kurdistan û ne jî Hikumeta Herêmê helwestek nîşan nedane.


Tevî niha Iraq ji bo derxistin û kêmkirina hêzên hevpeymanan mijûle, lê dewleta Tirk roj bi roj bê ku lihevkirinek bi Iraqê re bike, baregehên xwe li ser xaka Başûr û Iraqê zê de dike.

Dewleta Tirk a dagirker tenê bi vê re namîne, rojane bombe li ser mal û xelkê sivîl yê Herêma Kurdistanê dibarîne. Tirkiye dixwaze hêzên li dijî çeteyên DAIŞ yên li Şengal û Mexmûrê lewaz bike û DAIŞ’ê ji nûde zindî bike. Li beramberî hemû kiryarên Tirkiyeyê, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî  jî dinav de, bêdengiyek zêde heye. Ji xwe heya niha serokkomarê Iraqê Berhem Salih û serokê parlamentoyê jî ti helwestek nîşan nedaye.

Nerazîbûn

Lijneya derve ya parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand ku balafirên dewleta Tirk hertim serweriya xaka Iraqê binpê dikin. Herwiha lijneyê anî ziman ku ne tenê serweriyê binpê dike, xelkê sivîl jî dikin hedef.

Endamê lijneya Asayîş û Parastinê yê Parlamentoya Iraqê Kerîm Elewî duh li ser binpêkirinên dewleta Tirk ya li ser xak û serweriya Iraqê, daxuyaniyek belavkir. Kerîm di daxuyaniya xwe de got ku divê balyozê Tirk yê li Bexdayê, bê bang kirin û agahiyên zelal derbarê binpêkirina serweriya Iraqê bide.

Kerîm Elewî di di dewama daxuyaniya xwe de got; “Divê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li balyozê Tirk yê li Bexdayê bike daku li ser êrîşan agahiyên zelal bide. Herwiha divê li Neteweyên Yekbûyî jî giliyê Tirkiyeyê were kirin.”

 Li ser heman mijarê hevpeyamana Fetih ya ku Hadî Umerî serokatiyê wê dike, êrîş û binpêkirinên li ser xaka Iraqê bi tûndî şermezar kir. Hevpeymana Fetih êrîşan weke binpêkirina yasaya navnetewî binavkir. Hevpeyaman Fetih di dewama daxuyaniya xwe de got; “Tirkiye gelek carane êrîşan dûbare dike. Ev êrîş berevajiyê yasaya derxistina hêzên biyanî yên li Iraqê ye. Divê di demek zû de li ser xaka Iraqê vekişin.”

Li ser êrîşên delweta Tirk a dagirker duh daxuyaniyek jî ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hat.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafirên dewleta Tirk êrîşî Mexmur, Erbîl, Guwêr, heta navçeya Şertqad kirine û qasî 193 kîlometre sînorê hewayî yê Iraq derbas kirine.

Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşê de balafirên Tirk kampên koçberan ên Mexmur û Şengalê bombebaran kirine û li sînorên Iraqê heta derengiya şevê firiyane.

Di daxuyaniya ku êrîş hat şermezarkirin de hat gotin; “Em diyar dikin ku ev êrîşeke sorkirinê ye û ne li gorî peymanên navnetewî, ne jî li gorî pîvanên cîrantiyê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev êrîşek ji rêzê nîn e û wiha hat gotin: “Em vê êrîşê wekî êrîşek ji rêzê nabînin. Divê ev êrîş werin rawestandin û rêzdarî li hemberî berjewendiyên hevbeş ên herdu welatan were girtin. Her wiha divê ev êrîş dubare nebin.”

Derxistina hêzên biyanî

Hêjayî gotinê ye di 5’ê Çileya 2020’an de parlamentoya Iraqê pêşnûmeya têkildarî hêzên biyanî ji welêt bên derxistin erê kir. Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya ev demeke dirêj e tê sekinandin piştî kuştina fermandarê Hêza Qudsê ya Parêzvanên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Heşdî Şebî Ebû Mehdî Muhendis anî rojevê.

Di pêşnûmeya bi dengdanê hat qebûlkirin de ji hikûmetê tê xwestin, “Dawî li hebûna leşkerên biyanî yên li Iraqê bîne û ev leşker çi di aliyê bejahî, hewayî û rêyên avê de bi ti awayî Iraqê bi kar neyînin.”

Di pêşnûmeyê de tê gotin; “Divê hikûmeta Iraqê ji bo dawî li hebûna hêzên leşkerî yên biyanî bîne bixebite.”

Biryara parlamentoya hemû hêz û aliyên ku baregehên leşkerî li ser xaka Iraqê ava kirîn, digre nava xwe. Lê bêdengiya niha ya Hikumeta Iraq a li dijî êrîşan, bûye cihê nerazîbûna gelek aliyên siyasî yên Iraqê.

Duh nerazîbûnek jî ji Komkara Dewletên Erebî hat. Komkara Dewletên Ereb bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ya hemberî êrîşan anî ziman û got; “Destwerdanên Tirkiyê bûye çavkaniya fikaran. Ev destwerdan ji aliyê dewletên Ereb ve nayê pejirandin.”

Li aliyek din serokê hizba Netewî ya Iraqê Mehmud Ekêlî jî axivî û got; “Ev kar di çarçoveya siyaseta sûcên Erdogan deye. Carek bi balaifran, carek jî bi girtina avê, xelkên Iraqê qir dike.”

Hizba Komûnîst ya Iraqê jî bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku êrîşên dewleta Tirk, serweriya Iraqê binpê dikin. hizba Komunîst da zanîn ku Hikumeta Iraqê jî li hemberî êrîşan bê helweste û hat gotin; “Divê Hikumeta Herêmê jî xwedî helwest be. Raya gitşî jî ji hemberî kiryara dijminane bêdeng nemînin.”

Lijneya karê hevbeş ya Çepên Herêma Kurdistanê ku ji hizba Zehmetkêşana Kurdistan, Hizba Komunist û Tevgera Demokratîk ya gelê Kurdistan pêktên, derbarê êrîşa balafirên şer a li ser Mexmûr, Şengal û herêmÊn Parastinê yên Medyayê de, daxuyaniyek nivîskî belavkir û bi tûndî êrîşan şeremzar kirin.

Helwesta Herêma Kurdistanê

Balkêşe ku heya niha ti dengek ji Herêma Kurdistanê derneketiye. Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, seroka parlamentoyê û hemû rayedarên din yên Herêma Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk yên dawî, bêdengiya xwe diparêzin.

Çavdêrên siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar dikin ku li pişt bêdengiya heyî de bandora Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên ê PDK’yî heye.

Serdana mûsteşarê MÎT’a Tirk

Mûsteşarê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan hefteya borî roja pêncşemê bi awayeke veşartî serdana paytexta Iraqê Bexdayê kiribû. Hat îddîakirin ku ji bilî Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar jî di şandeyê de hebûye.

Li gorî çapemeniya Erebî, Hakan Fîdan ku tê îddîakirin Akar jî li gele wî bûye, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî, bi rayedarên Amerîkayê û hinek berpirsên PDK’ê re li Bexdayê hevdîtin pêk anîne.

Her wiha tê gotin hevdîtina Hakan Fîdan ya li gel rayedarên Amerîkî yên leşkerî, li baregeheke leşkerî ya Amerîka ya li derveyî Bexdayê pêk hatiye. Di hevdîtinê de li gel berpirsekî payebilind ê Amerîkayê, nûnerên hinek dewletên herêmê jî amade bûne rûniştine.

Têkildarî naveroka hevdîtinê jî tê gotin ku Tirkiye daxwaz kiriye hejmara baregehên xwe yên leşkerî li Iraqê zêde bike û mijarên leşkerî yên derbarê PKK’ê de hatine gotûbêjkirin.

Hate gotin, MÎT’a Tirk ji rayedarên Iraqê re gotiye, hebûna PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo wan metirsiyê çêdike, ji ber vê ewê li dijî hebûna PKK’ê bêdeng nemînin.

Piştî serdana Hakan Fîdan bi 3 rojan êrîşeke berfireh li dijî wargeha penaberan ya Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê çêbû. Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê mijarê de wekî cihê gumanê tê şîrovekirin.

Hêjayî bibîrxistinêye qada hewayî ya Iraqê dibin kontrola Hikûmeta Federal a Iraqê û Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê ku Amerîka serkêşiya wê dike de ye. Lewre tê gotin ku Tirkiye bêyî destûra koalîsyona Navnetewî nikare êrîşeke wisa pêk bîne.

(nr)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist